BAKU
Li Ezerbaycanê konferanseke bi mijara "Çapemeniya Tirkiye û Ezerbaycanê: Danberheva Dîrokî û Ji Çapemeniya Kevneşop Derbasbûna Çapemeniya Înternetê" hat kirin.
Konferans di çarçoveya Projeya Têkiliyên Çapemeniyê yên Tirkiye û Ezerbaycanê (TAMEP) de li Bakuyê hat kirin û di konferansê de birêvebirên tirk û ezerî yên çapemeniyê û rojnamevan hatin bal hev.
Konferans bi organîzatoriya Mişawiriya Çapemeniyê ya Balyozxaneya Bakuyê ya Tirkiyeyê, Kordînatoriya Bernameya Bakuyê ya TÎKAyê, Şewra Metbûatê ya Ezerbaycanê (AMŞ), Fona Piştgiriya Dewletê ya Amûrên Ragihanê ya Girseyan a Serokomariya Ezerbaycanê (KIVDF), Nûnertiya Bakuyê ya TRTê û Nûnertiya Bakuyê ya Anadolu Agencyê (AA) li Navenda Metbûatê ya Navneteweyî hat kirin. Serokê Daîreya Mijarên Polîtîk û Civakî ya Îdareya Serokomariyê ya Ezerbaycanê Elî Hesenov, Midûrê Giştî yê TRTyê Şenol Goka, Cîgirê Midûrê Giştî yê AAyê Ebûbekîr Şahîn, Serokê AMŞyê Eflatûn Amaşov, Serokê KIVDFê Vûgar Seferlî û gelek rojnamevan beşdarî konferansê bûn.
Midûrê Giştî yê TRTyê Goka di konferansê de axivî û qala rewşa dawîn a pêvajoya çapemeniya kevneşopî û çapemeniya înternetê kir û da zanîn ku niha wisa dixuyê ku bandora çapemeniya nû gelek e lê em tam nizanin ka dê siberoj çawa be.
Cîgirê Midûrê Giştî yê AAyê Şahîn jî got ku ne mimkûn e ku em bandora geşedana di çapemeniya dijîtal a li ser sektora çapemeniyê ji nedîtinê bên. Şahîn destnîşan kir ku dîrok lez diguhere û tiştên ku 10 sal beriya niha nedikarîn ku xeyal bikin, îro bûne tiştên wisa yên jiyanê ku nikarin dev ji wan berdin.
Şahîn da zanîn ku dahata salane ya şîrketa Googleyê 47 milyar dolar e, ya sektora rojnamevantiya DYAyê jî salane nêzî 38 milyar dolaran e û got ku her ku diçe rewş di lehê înternetê de diguhere û wiha axivî:
"Em dê tu carî ji prensîbên xwe yên weşanê tewîzê neidn. Em dê derfetên teknolojiyê ji bo ku dengê Tirkiyeyê û doza mafdar a welatê bira Ezerbaycanê bi awayekî xurttir ragihînin, ji bo ku em êş û azara gelên mezlûm bînin rojeva cîhanê, ji bo ku li hember pergala çapemeniya cîhanî ya ku hêzdaran ava kiriye û dengê hêzdaran radigihîne, dengê mafdaran ragihînin, bi kar bînin."