05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez bû mêvanê Maseya Editoran a Anadolu Agencyê (AA) û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez der barê îdiaya Îranê ya ku got li Mînayê 4 hezar û 700 kes mirin da wiha got: "Hejmarê zêde nîşan didin. Lê dema ku hejmara heciyên ji Îranê hatin eşkerekirin 48 bû, niha ji 400î zêdetir e. Tu welatekî heciyên xwe paşva nexwest û li wir defin kir. Ji ber ku Îranê xwest bi balafira xwe bibe welatê xwe ev hejmar derket holê."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez destnîşan kir ku piştî bûyera li Mînayê komîsyon ava kirin û wiha got: "Me li dewsa bûyerê komisyonek ava kir û şahidên bûyerê guhdarî kir. Me raporek amade kir û hindik ma temam bikin. Em ê wê hem bidin meqamên Erebistana Siûdî û hem jî bidin Wezareta Hecê."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez diyar kir ku Îslam xwerexnekirinê emir dike û wiha xeberda: "Bi rastî Îslam mijara xwerexnekirinê wek emrekî li me dike. Ev îbadet her sal tê kirin û em jî her sal rastî kêmasiyên diqewimin tên, bi nezaket ji xwîşk û birayên xwe ra qala wan dikin. Heke ew kêmasî bên serastkirin em ê pir pêşve biçin. Di şûna wan avahiyên ku ber bi esman va diçin da yanî li şûna wan çiyayên ku ji bo me pir bi rûmet bûn hatin hilweşandin û tê da avakirin li erdê rast a Cîdde û Medîneyê rexbajarên ku bi milyonan însan dikarin bi cih bibin."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez di xeberdana xwe da destnîşan kir ku divê Mekke bihata parastin û wiha dewam kir: "Dikarin bi metroyên di bin erdê da li derdora Kebeyê rîngan çêkin. Heta 1971an li Mekkeyê mîrateyên dîrokî yên ku ji Hezretî Pêxember û eshabên wî ji umetê ra mabûn, hebûn. Ez zehf li ser vê sekinîm, lê dostên me di vê mijarê da tengasî kişandin. Mimkûn bû ku Mekke bi halê xwe yê orjînal bimaya."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez diyar kir ku bêmerhemetî zehf zêde bûye û wiha peyivî: "Lazim e ku em careke din di alema Îslamê da seferberiya dilovaniyê bikin. Lewra hewcedariya rojava û derên din jî bi vê yekê heye. Lazim e em vê yekê pir bikin rewacê. Gotineke ku jê ra dibêjin perwerdehiya dilovaniyê heye. Lazim e em vê perwerdehiyê bikin nav pêvajoyên xwe. Heke wisa nebe wê seranserê dinyayê Îslamiyetê ji ser DAEŞê, El Qaîdeyê û tundiya ku disepînin va nas bikin. Ji ber vê jî hewce dike ku li ser mijara dilovaniyê bêsekinîn."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez di axaftina xwe da der barê rêxistinên terorê da wiha got: "Heke rêxistinên terorê tenê wekî rêxistineke terorê bibînin û bixwînin, tenê wekî lêgerîna mafê ya etnîk bibînin û bixwînin ev yek di rastiyê da ji jiyanê û dinyayê fehmnekirin e."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Tenê PKKya rêxistina terorê zirarê neda rewşa dînî ya li herêmê. Hin sepandinên dewletê jî zirar da rewşa dînî ya li herêmê. Xeletiyên ewil ji bo xeletiyên din bingeh amade kir."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez der heqê Zanîngeha Îslamê ya Navneteweyî da wiha got: "Ez dikarim bêjim pêdiviyeke pir mezin e ku li Stenbolê Zanîngeha Îslamê ya navneteweyî were vekirin. Di vê zanîngehê da divê ji hemû aliyên dinyayê xwendekar û endamên perwerdeyê hebin. Herwisa li vê zanîngehê divê herî kêm bi 3 zimanên medeniyeta Îslamê û zimanekî rojavayê ders bên dayîn, ilmên Îslamê bên xwendin, digel ayetên kaînatê, ayetên kitêbê bên hînkirin û zanistên civakî û zanistên îlahiyatê digel hev bên xwendin. Xebatên me yên bingehîn ên di vî warî da ber kutabûnê ne, înşeellah ez hêvîdar im dê di demeke nêz de bikeve fealiyetê."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez destnîşan kir ku armanca terorê ew e ku civakê ji medeniyeta Îslamê dûr bixe û wiha got: "Gav bi gav êrîşeke çandî tê kirin ku birayên me yên ku li vir dijîn ji Îslam û medeniyeta Îslamê dûr bixin. Ev ne tenê êrîşeke çekdar e. Tevgera PKKyê tenê êrîşeke çekdar nîne ku li dijî kurd û tirkan tê kirin, di heman demê da êrîşeke îdeolojîk û çandî ye jî. Armanca vê êrîşa îdeolojîk û çandî ew e ku civakê perçe bike û ji medeniyeta Îslamê dûr bixe. Divê ev wiha bê fehmkirin. Kesên ku piçek li dîrokê nihêrtibin wê vê qebûl bikin."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez diyar kir ku divê meriv bi berfirehî li bûyeran binihêre û wiha xeberda: "Divê meriv bi berfirehî li lîstikên li herêmê binihêre. DAEŞa ku îdia dike dewleta Îslamê ava bike û PKKya rêxistina terorê, hewldanên herduyan jî eynî ne. Di navbera wan da ferq tuneye."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez der barê bûyera li Şirnexê ku cinazeyê endamê rêxistina terorê ji erdê ra hat kaşkirin da wiha got: "Li gor dînê Îslamê êşkence heram e û êşkenceya li ser cinazeyan jî jixwe qet qebûl nake."