ANKARA
Ji malperên Ajansa Anadolûyê yên wekî tirkî, îngilizî û erebî bi hezaran kes beşdarî dengdayînê bûn, di kategoriyên xeber û jiyanê de ji nav 5 wêneyan 'Wêneya vê Mehê' û ji nav 8 vîdeoyan jî 'Vîdeoya vê Mehê' hat hilbijartin.
Di dengdayîna 'Wêneya vê Mehê' de di kategoriya xeberê de, wêneya bi navê 'Gulereşandin li ser alîgirên demokrasiyê' ya Mosaab Elshamyê bû yekem. Ev wêne li qada Rabîatul Adewiyyeya Misirê, wextê ku hêzên ewlehiyê gule reşandin li ser alîgirên demokrasiyê û birîndar kirin, hat kişandin.
Di kategoriya jiyanê de jî wêneya bi navê 'Îna Remezanê ya ewil' ku Onur Çoban li Mizgefta Eyup Sultana Îstanbûlê kişand, bû yekem.
Di dengdayîna "Vîdeoya vê Mehê" de vîdeoya meleyê ku stranên rock dibêje bû yekem. Ev vîdeo ji hêla Şamîl Kahvecî der heqê meleyê li navçeya Kaşa Antalyayê de hatibû kişandin.