Anadolu Agency bi çarçoveya Vîzyona xwe ya Sala 100emîn girîngiyê dide sazîbûna xwe ya kûrewî. Ji ber vê jî li Brukselê kargehek vekir. Bi beşdarbûna Wezîrê YEyê Egemen Bagiş û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk kargeha Brukselê bi merasîmekê vebû.
Kargeha AAyê dê li Navenda Çapemeniya Navneteweyî ya ku nêzîkî saziyên YEyê be. Medyayên sereke yên cîhanê jî li wir in. Kargeha Brukselê dê kordînasyona nûnertiyên AAyê yên li Ewropayê bike.
Li Brukselê xêncî vekirina kargehê Qûluba Çapemeniyê dê pêşengeheke bi navê "Di Objektifa Anadolu Agencyê de Cîhan" veke. Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk dê bi hev re pêşengehê vekin. Gelek mêvan dê beşdarî pêşengahê bin.
AAyê biryar dabû ku sazîbûna xwe ya navnetewî li ser 5 herêman ava bike. Ewropa, Amerîka, Rojhilatanavîn û Afrîka, Asya û Qefqasya, Asya û Pasîfîk. Armanca AAyê ew e ku ji sala 2020an pê ve bi 11 zimanan weşanê bike. Vê gavê bi tirkî, erebî, ingilizî, boşnaxî, rûsî û kurdî weşanê bi 6 zimanan dike.