BRÛKSEL
Ji bo çareseriya qeyranê û çêkirina bingeha diyalogeke rasterast a di navbera hemû aliyan de Yekîtiya Ewropayê (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya û Ukrayna hefteya pêşiya me di civîneke bi formata çaralî de dê bên bal hev.
Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku ji bo kifşkirina cih, dîrok û naveroka civînê hevdûdîtin hê jî didomin û tê hêvîkirin ku civînê hefteya pêşiya me roja pêncşemê li Cenewê pêk bê.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Nûnera Bilind a YEyê ya Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê Cahterine Asthon û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Deşçîtsa dê beşdarî civînê bin.
Helwesta sereke ya YEyê û ya DYAyê ya ji civînê ew e bêyî ku opsiyona mueyîdeyên giran deralî bike bi vekirina rêyên diyalogê ve qeyran were çareserkirin.