13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
NEW YORK
Koma El Cezîreyê ya ku navenda wê Qatar e, li Amerîkayê piştî xebata xwe ya 3 salan kanala El Cezîre Amerîkayê girt.
Rêvebirê Sereke (CEO) yê El Cezîre Amerîkayê Al-Anstay di meha çileya paşîn de ji xebatkarên kanalê re peyamek şandibû. Anstay di peyama xwe de behsa pirsgirêkên aboriyê ya medyaya Amerîkayê kiribû û gotibû ku ew ê di meha nîsanê de kanalê bigrin.
Xebatkarên kanalê li navenda nûçeyan bi hev re wêneyek kişandin û li ser hesabê twîtterê yê El Cezîre Amerîkayê weşandin. Xebatkaran daxuyand ku ji îşev pê ve ew ê dev ji weşanê berdin.
Bi girtina kanalê ve 700 xebatkarên medyayê bêkar man.