Elif Irmak
01 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2020
Weşana Elbanî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) di çarçoveya vîzyona sala 100emîn da di 1ê cotmeha 2014an da tetbîq kir sala 6emî li pey xwe hişt.
Serwêsa Elbanî ya ku di 9ê sermaweza 2015an da li Uskupa paytextê Makedonyaya Bakur navenda weşanê vekir û di 6 salan da kêmasiya çapemeniya li herêmê tijî kir û serkeftineke mezin bi dest xist.
Serwêsa Elbanî ji roja ku vebû vir va ji Balqan, Tirkiye û dinyayê ji 104 hezarî zêdetir xeber, ji 45 hezarî zêdetir galeriyên wêneyan û 24 hezarî zêdetir dîmen weşand û bû yek ji çavkaniyên xeberan ên herî girîng ên Makedonyaya Bakur, Elbanya û Kosovaya welatên Balqan.
Serwêsa Elbanî di heyama şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da jî guh da pêşniyazên rayedaran û bênavber xebatên xwe doand û ji herêmê, Tirkiyeyê û dinyayê hemû geşedanên der barê şewbê da ragihand raya giştî.
Xeberên weşana Elbanî ku li Uskupê bi serwêsa Makedonî ra fealiyet dike her roj ji hêla nêzî 50yî çapemeniya herêmî va tên bikaranîn.
AA ji xeynî Tirkî bi Îngilizî, Erebî, Fransî, Boşnakî, Hirwadî, Sirbî (BHS), Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Elbanî, Makedonî, Farisî, Endonezî û Îspanyolî jî weşanê dike.