Ahmet Aydın
31 Tebax 2019•Rojanekirin: 31 Tebax 2019
Hesabê Twitterê yê Jack Dorseyê Rêveberê Bilind ê Twitterê platforma medyaya Civakî hat hackkirin.
Ji ser hesabê Dorsey ê hackkirî ku bi qender 4 milyon şopînerê wî hene parvekirinên bêexlaqî û yên netewperestî hatin kirin.
Berdevkê Twitterê Brandon Borrman di daxuyaniya xwe de got, "Nehêniya hesabê Jack hat îhlalkirin. Em li ser vê dixebitin û em lê dikolin."
Hat dîtin ku parvekirinên navborî di demeke kurt de hatin jêbirin.