Elif Orhan
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got ku "Bi hevdîtina muspet û mumbît a ku min bi Birêz Serokomar re kir de me şiûra pêşî welatê min, gelê min, paşê partiya min û ez bi ruhê Yenîkapiyê ya 7ê tebaxê teyît kir û em gihan mutabeqeta dîrokî."
Bahçelî di parvekirina ji ser hesaba xwe ya Twîtterê de diyar kir ku di demokrasiyan de nûkirina hilbijartinan dibe wesîleya nûbûn, hewesên nû û bi kelecanên nû berê xwe bidin hêvî û hedefên siberojê.
Bahçelî got ku vîna gel qonaxa çareseriya hêvî, aramî, aso, oxirê ye û da zanîn ku heke ku demokrasî hebe ji pirsgirêkan re teslîmbûn, ji kesên ku pirsgirêkan derdixînin re tehamûl, ji bo armancên bipirsgirêk talîm û tewîz mimkûn nîne.
Bahçelî destnîşan kir ku hemberîdana ji bo her tariyê hîlalek, ji her reşbiniyê re heqîqatek, her şerê re bi ronahiya heysiyetê muqabele zarûretek e û ev nirxandin kirin:
"Di nav peywir û katên wijdanên neteweyî yên xwedî berpirsyar, saziya siyasetê ye ku pêvajoya b mij a pêşiya me, maweya biasteng a ku bi xetere û talûkeyan hatiye pêçan vegerîne lehê gelê Tirk, ji bo Tirkiyeyê bibe avantejekî. Ji peywirê nayê revîn, ji kar nayê tirsîn. Bi hevdîtina muspet û mumbît a ku min bi Birêz Serokomar re kir de me şiûra pêşî welatê min, gelê min, paşê partiya min û ez bi ruhê Yenîkapiyê ya 7ê tebaxê teyît kir û em gihan mutabeqeta dîrokî. Me li hev kir ku hilbijartinên serokomarî û parlementeriyê yên giştî pêşwext bên kirin.
Birêz Erdogan 24ê Hezîrana 2018an a ku dîroka hilbijartina pêşwext e bi civîneke çapemeniyê îlan kir û îlan û teblîxê her kesê kir. Ya rast ev e, ya divê bibe jî ev e. Pêşiya Tirkiyeyê hat vekirin, ji bo ku derbasî Pergala Hikûmeta Serokomariyê bibin nexşerêya demokratîk diyar bûye.
Gelek mijarên Tirkiyeyê yên navxweyî û mîhraqên wê derve, yên divê ku çareser bike hene. Ji ber vê serlêdana sindoqê ji bo ku vîna gel bikeve hereketê mecbûriyeteke mezin e. Ya hat kirin, a divê bê kirin jî ev e."
Bahçelî bal kişand ku tirsa ji sindoqê, fikara ji hilbijartinê, xofa ji fezîletên demokrasiyê mantiqeke şaş, nêrîneke bimezhûr, helwesteke sûcdar e û da zanîn ku dema ku Tirkiye ji gelek eniyan ve rastî êrîşan û dorpêçkirinê hatibe serlêdana derfetên demokrasiyê helwesteke meşrû, maqûl, muwafiq e.
- "Ji ber helwesta wî ya aqilkemal ez spasiya Serokomarê me dikim"
Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî wiha axivî:
"24ê Hezîrana 2018 roja yekşemê dê ji vejîna cumhur re, rastbûna cumhuriyetê re, ji bo hilbijartina qerrase ya gelê Tirk bibe sehne. Di vê merhaleya ku me anî de Tirkiye dê qezenc bike, îstiqbala me bibiriqe, mafên me yên îstiqlalê dê bi destê gelê Tirk bixwe bikeve bin temînatê. Ez hêvî dikim ku biryara hilbijartinê ji bo gelê me, welatê me, demokrasiya me, partiyên me yên siyasî bi xêr be. Ez ji ber nirxandin, hesasiyet û helwesta wî ya aqilkemal spasiya Birêz Serokomarê me dikim.
Ez dubare dibêjim ku namzêdê me yê Serokomariyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan e. Xîret ji me, teqdîr ji gelê Tirk û himaye jî ji Xwedê ye. Îtifaq cumhur komara Tirkiyeyê ye, ji rij û koka gel Tirk biriqiye û derketiye. Hemd ji Xwedê re beriya me vekirî ye û dahatû ronak e."