Ahmet Aydın
05 Adar 2020•Rojanekirin: 06 Adar 2020
Hat destnîşankirin ku Tirkiye 10 sal e qebareya xwe ya pîşesaziya neteweyî bi pêş xistiye û di warê SÎHAyan de welatên weke Fransa derbas kiriye.
Di nûçeya rojnameya L'Opiniona Fransî de teqezî li wê yekê hat kirin ku Tirkiyeyê Herekata Mertalê Biharê bi mebesta wê yekê li dar xistiye ku Îdlib nekeve destê rejima Esed.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye di standardên NATOyê de operasyonan li dar dixe û wiha hat gotin, "Ev hefteyeke artêşa Tirkiyeyê, di warê SÎHAyan de, qebareya xwe, bi awayekî berbiçav nîşan dide. Tirkiye ev 10 sal e qebareya xwe ya pîşesaziya neteweyî bi pêş xistiye. Tirkiye di vî warî de welatên weke Fransa derbas kir."
Di nûçeyê de hat tomarkirin ku ew SÎHA ji yên ku artêşa Fransayê bikar tîne biçûktir in lê maliyeta wan jî kêmtir e û bi bandortir in jî.
Di nûçeyê de hat îfadekirin jî niha li Tirkiyeyê SÎHAyên ku performansan wan bihêztir in, tên îmalkirin û bal bo wekê hat kişandin ku artêşa Tirkiyeyê bi saya qebareya xwe ya di qada cenga elektronîk de bêyî piştevaniya Rûsyayê dikare operasyonan li dar bixe.