Duh li DYEyê encamên PMIyê ji ya ku dihate hêvîkirin kêmtir derket. Piyaseyên ku ji ber vê yekê geş dibin, dahata wê zêde bû. Piştre hat zanîn ku daneyên ISMê zêde bûne û li gor wê jî piyaseya DYEyê jî geş bûye. Li DYEyê endeksa Dow Jones bi zêdebûneke 0,44î ve di pûaneke 14.974an ve roj qedand. Endeksa S&P 500 bi zêdebûneke 0,54î ve pûanê wê bû 1.615. Analîstan da zanîn ku îro li DYEyê encama siparişên meha gulanê dê bên eşkerekirin. Her wiha gotin, beriya ku encama daneyên îstihdima li dijî çandiniyê eşkere bibe, piyase dê normal dewam bikin.
Piştî ku Ewropayê jî PMI eşkere kir hat dîtin ku encam li gor ya ku tê hêvîkirin e. Li gor wê jî parîteya "avro/dolar"ê li ser 1.30yî ye û Bazara Seneda Parê jî erênî ye. Li Almanyayê endeksa DAXê bi zêdebûneke 0,31î roj qedand. Li Fransayê endeksa CAC 40î bi zêdebûneke 0,76 li Îngiltereyê endeksa FTSE 100î bi zêdebûneke 1,49 roj qedand.
Îro di borsayên Asyayê de bi fikariyên ku dê li bankeyên Çînê tengasiya lîkîtideyê çêbe, mêla zêdebûnê hat rawestandin. Ji ber ku daneyên endeksa Japonyayê ya bi navê Nikkei 225î ket borsayên Asyayê nêzî qedandinê li ser ji sedî 1 zêde bû. Li Çînê endeksa Şangayê 0,24 zêde bû. Endeksa Kospî ya Koreya Başûr jî hema hema wek roja xwe ya berê ma.
Duh di bazara nav welêt de jî rewşeke erênî hat dîtin. Hemû faîza nîşaneka tehwîlan ji sedî 7,70 paş ket, endeksa BIST 100î jî roj bi 76.737 pûanan qedand. Analîst dibêjin heya ku endeks li ser 77.700î bimînin rezîstansên di asta 77.700 û 78.500î de dê bên testkirin.
Daneyên ku piyase dê îro bişopînin wiha ne:ÎSTANBUL
12.00 meha gulanê herêma Avroyê enflasyona UFEyê
16.45 meha hezîranê endeksa pîşesazîyê ya DYEyê ya New York FEDê
17.00 DYE, siparişên fabrîkeyan yên meha gulanê