Hemin Hüseyin
19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
HEWLÊR (AA) - HÊMIN HUSEYIN -
Qeyrana aboriyê ya li Herêma Kurdistanê ku digel şerê DEAŞê kûr bû, piştî bidestxistina hemû deverên kurdan û qismekî mezin ê Mûsilê jî berdewam dike, lê belê eger Referandûma serxwebûnê bi serkeftî çêbe dê bazar xweştir bibe.
Xanîfiroş û bazirganên li Herêma Kurdistanê diyar dikin ku hemû bûyerên diqewimin tesîrê li ser bazarê dikin. Li gor bazirganan hêvî hebû ku piştî rizgarkirina Mûsilê bazar geş bibe û lebatek bikeve kirîn û firotinan.
Xwediyê Nivîsîngeha Hacî Selam ku karê kirîn û firotina xaniyan dike Hacî Selam Teqî Kerîm, der barê rewşê de wiha agahî da peyamnêre Ajansa Anadoluyê:
"Eger em behsa saleke berê bikin, bazar gelekî xerabtir bû. Em dikarin bêjî ku heta nîvê par xanî sedî 50 daketibûn. Sedem jî şerê li dijî DEAŞê, bihayê petrolê û rewşa memûran bû."
Li gor Hacî Selam, ji nîvê par heta newroza îsal rewş gelekî xerab bû. Lê piştî newrozê hinekî lebat çêbûye û ew jî bi destpêka nîqaşên bilindkirina alayê li Kerkûkê û referandûma serxwebûnê nemaye.
Di mijara referandûmê de Teqî Kerîm, bal kişand ser wê yekê ku eger bi serkeftî encam bide dê eleqe li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bibe û kirîn û firotin jî baştir bibe.
Ewî wiha got:
"Eger referandûm bi serkeftî çêbibe, wê demê dê welatiyên Ereb jî karibin xaniyan li Herêma Kurdistanê bikirin. Herwiha dê karibin karê ticaretê jî bikin. Welatên cîran jî bi rêya şirketan dê veberhênanê bikin. Ev dê tesîreke baş li ser aboriyê çêke."
Li gor rêjeyên Destêya Rêjeyan ya Herêma Kurdistanê sala 2015an nêzîkî 45 hezar kesî karê xwe ji dest daye. Herwiha 6 hezar memûran jî ji ber negirtina meaş dest ji kar kişandiye. Ji ber vê jî bêkarî sedî 14 zêde bûye.
Pisporên aboriyê radigihînin ku siyaseta Iraqê ya li ser aboriyê wisa kiriye ku bazirgan berê xwe bidin xanî û malan. Di warê çandinî, pîşesazî û xizmetguzariyê de xebat nehatine kirin. Loma eger Herêma Kurdistanê jî di rêça Iraqê de biçe kêşeyên aboriyê çareser nabin.