Cüneyt Kemal Özkök
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 11 Îlon 2023
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di tîrmehê da li gor meha beriyê 0,2 puan kêm bû û berjêrî ji sedî 9,4an bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha tîrmehê eşkere kir.
Li gor vê, li hemû Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di tîrmehê da li gor hezîranê 38 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 291 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê jî 0,2 puan kêm bû û ji sedî 9,4 pêk hat.
Rêjeya bêkariyê ji bo zilaman ji sedî 7,6 e, ji bo jinan jî wekî ji sedî 12,9 hat texmînkirin.
Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî li gor meha pêşiyê 0,3 puan kêm bû û bû ji sedî 18.