23 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
ANKARA
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di sala 2015an de li gor sala berê 0,4 puan zêde bû û bû ji sedî 10,3.
Li gor daneyên "Îstatîstîkên Hêza Xebatê ya 2015an" ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkaran li gor sala par 204 hezar zêde bû û bû 3 milyon 57 hezar.
Rêjeya bêkariyê li gor sala berê 0,4 puan zêde bû û bû ji sedî 10,3.
Di sala 2014an de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,9, hejmara bêkar an jî 2 milyon û 853 hezar kes hatibû eşkerekirin.