BÎTLÎS
Karsazê Mêrdînî Mehmet Emîn Yildiz di Atolyeya xwe ku li Bîtlîsê vekiriye de şortan çêdike û dişîne ji Norweç, Danîmarka û Swêdê.
Yildiz daxuyanî da nûçegihanan û got ku gelek salan li Îstanbûlê di karên tekstîlê de xebitiye û malên ku hilberandiye li piyaseya hundir û derve firotiye.
Yildiz got ku demek berê li Bîtlîsê xebata fîzîbîlîteyê kirin û dîtin ku kêmasiya veberhênanê heye, ji ber vê yekê li Bîtlîsê atolyeya tekstîlê vekirin. Yildiz wiha dewam kir: "Me bi alîkariya rêveberiyên bajêr li cihekî mezinahiya wê 6 hezar metreqare ye atolyeya xwe vekir. Em li vir 80 kesî didine xebatê. Di demên pêşiya me de em ê 300 kesî îstîhdam bikin. Niha em şortan çêdikin. Lê belê di pêşerojê de em ê bi piranî pantolan çebikin. Şortên ku em dihilberînin, îxracî Norweç, Swêd û Danîmarkayê dikin. Em ê vê atolyeyê bi temamî ji bo îxracata derweyî welêt bi kar bînin. Em bi ekîbeke ku karê xwe zane re derketin rê. Li piyasayê referansên me hene, ji ber vê hilberînên me gelekî tê xwestin. Em pirsgirêka bazargeriyê nakşînin.