Sempozyûma ku li Navenda Çandê ya Xana el-Emanê ya Bitlîsê hat lidarxistin, 3 roj domand û zêdetirî 50 kurdnas li ser dîrok, çand, aborî û jiyana civakî ya bajêr sekinîn. Qedera 50 gotarên ku di sempozyûmê de hatin pêşkêşkirin, dê werin civandin û wekî pirtûk werin çapkirin.
Berpirsyarê sempozyûmê Yaşar Abdulselamoglu yê ku di heman demê de li Zanîngeha Sofyayê Endamê Hîndekariyê ye di daxuyaniya xwe ya ku da peyamneran de destnîşan kir ku sempozyûm ji bo bajarê Bitlîsê gelekî girîng e.
Abdulselamoglu diyar kir ku pêdiviya bajarê Bitlîsa ku xwedî nirxên dîrokî û çandî ye bi sempozyûmeke bi vî rengî hebû û bi qasî ku wan hêvî dikir, zêdetir eleqe ji bo sempozyûmê hat nîşankirin û wiha domand:
"Bi qasî ku em pê hisiyan, di nava civakê de hemû alî ji sempozyûmê agahdar bûn û li herêmê sempozyûmê bandoreke berbiçav ava kir. Li her derî qala sempozyûmê tê kirin. Jixwe divê wisa jî bûya. Di vê maneyê de heke ku em kêr hatibin, ev ji bo me serfiraziyek e. Vê jî me motîve kir. Em ê sala bê sempozyûma duyemîn li dar bixin. Mijara sempozyûma duyemîn jî dê wekî 'li Bitlîsê perspektî û arîşeyên bajarvaniyê' be."
Abdulselamoglu bal kişand ku di sempozyûmê de hat dîtin ku der barê dîroka bajêr û kesayetiyên dîrokî de kêmasî hene û hê jî hin bûyer û kesayetiyên dîrokî nehatine tesbîtkirin. Abdulselamoglu bi berdewamî diyar kir ku wan bi vê sempozyûmê ve kêmasiya di vî warî de hinekî zelal kir û her wiha sempozyûm ji aliyê gel ve jî bi eleqeyeke mezin hat şopandin.
Herî dawî Abdulselamoglu ji ber baldarî û eleqeya wan, ji gelê Bitlîsê re spas kir.