17 Adar 2016•Rojanekirin: 18 Adar 2016
CENEVRE
Staffan de Mîstûrayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya hevdîtinên Sûriyeyê yên li Cenewreyê de bi komeke ji Moskowa, Qahîre û Astanayê re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê Qedrî Cemîlê Arîkarê Serokwezîrê Sûriyeyê yê berê yê ku li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê koma Moskowayê temsîl dike diyar kir ku bi de Mîstûra re hevdîtineke "dostane" kirin û got ku "Em dê hevdîtinan berdewam bikin. Em amadeyî hevdîtinên rasterast in û em tercîh dikin ku hevdîtinên rasterast bên kirin."
Cemîl got ku bi israr in ku komên kurdan ên li Sûriyeyê dawetî hevdîtinan bikin û ji bo komên kurdan got ku "cihê wan ê di hevdîtinan de hat veqetandin."