Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovahî yê Netweyên Yekbûyî Jens Laerke, di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenewreyê hat kirin de axivî û got: "6,3 milyon kesên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji welat koç kirine tê de, bi tevahî 9,3 milyon sûriyeyî mihtacê alîkariya NY û rêxistinên mirovahiyê ne."
Laerke îfade kir ku ev afateke hatiye serê mirovahiyê, ji ber ku pirsgirêkên Sûriyeyê yên siyasî nayên çareserkirin dibe ku di pêşerojê de hejmara mihtacan jî zêdetir bibe.
Laerke diyar kir ku li Sûriyeyê alîkarî kirin karekî hêsan nîne, lê ew ji serê salê vir ve, di nav şert û mercên dijwar de 34 konvoyên alîkariyê birin herêmên ku li ser kontrolkirina wan nîqaş tên kirin û alîkarî dan 2,3 milyon mirovî.
Laerke da zanîn ku ji bo alîkariya mirovahî pêdiviya wan bi 1,4 milyar dolaran heye, lê ew niha dikarin ji sedî 57,2ê vî pereyî peyda bikin.