28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
MUŞ
Li Mûşê cil û bergên di fabrîqeyeke tekstîlê da tên dirûtin îxracî dewletên Rojhilata Navîn dikin.
Li fabrîqeya di depoya Îdareya Taybet a Bajêr da hatiye çêkirin ji sala 2013yan vir va cil û berg tên dirûtin.
Di fabrîqeyê da 150 kes dixebitin û 2 hezar û 500 cure cil û bergên tên dirûtin di serî da Iraq û Îran dişînin gelek dewletên Rojhilata Navîn.
Servet Ozdemirê xwediyê tekstîlê daxuyanî da û destnîşan kir berê li Stebonlê ev kar dikirin û got em êdî li Mûşê karê tekstîlê dikin.
Ozdemir diyar kir ji xeynî nav welêt cil û bergan dişînin derveyî welêt jî û wiha xeberda: "Bi saya mixazeya me ya li Stenbolê em cil û bergan dişînin Îran, Iraq, Libya, Urdun û gelek dewletên Rojhilata Navîn. Em her roj xebatkarên xwe bi wesaîtê ji gundan tînin. Ez ji Mûşê me û loma jî li welatê xwe dixwazim vî karî bikim û feydeyê bidim bajarê xwe. Heta niha qederê 500 kes vî karî fêr bû, lê piraniya wan dev ji kar berdan. Vê gavê kêmasiya xebatkaran heye."