Önder Beyter
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Dolar/TL piştî ku bi şikestinê va dest bi rojê kir, di asta 3,7350 da edilî.
Duh ji ber ku di piyaseyên kurewî da îştahê rîskê bilind bû, dolar li hemberî cinsên pereyên din parîkî şikest. Ji ber vê jî dolar/TL ji sedî 0,72 şikest û bi vî hawî roj temam kir.
Dolar/TL îro bi şikestinê va dest bi rojê kir û ji saet 09.45an pê va ji sedî 0,11 berjêr bû û di asta 3,7350 da edilî. Di heman kêliyê da ewro/TL ji sedî 0,4 zêde bû derket 4,6575, sterlîn/TL jî ji sedî 0,8 zêde bû derket 5,3565an.