Abdullah Tel
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Dolar/TLyê ku roja înê ji sedî 1,3 daketibû di hefteya nû da bi zêdebûneke kêm di asta 3,4480yî da dest bi rojê kir.
Roja înê Seroka Bankeya Navendî ya Emrîkayê (Fed) Janet Yellen û Serokê Bankeya Navendî ya Ewropayê (ECB) Mario Draghi li ser polîtîkaya pereyan xeber dan û li ser vê jî qîmetê dolar li hemberî pereyên din kêm bû.
Li ser vê rûdanê dolarek bû 3,4346 lîre û ji 6ê Kanûna Paşîn 2016an vir va gihîşt asta herî erzan. Li hemberî lîreyê Tirkiyeyê qîmetê dolar jî ji sedî 1,3 daket.
Hefteya nû bi kêrî dolar hat û qîmetê wî ji sedî 0,26 zêde bû û dolarek bi 3,4480 lîreyî tê kirrîn.