Türkan Tosun
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Endeksa BIST 100ê bi puana 120.320,47an ve derkete asta herî bilind a hemû zemanan.
Bi puana 120.320,47an va endeksa BIST 100ê gihîşte asteke gelek bilind û heta niha tu puan negihîşte vê rêjeyê. Ji saet 15.30an pê va ji sedî 0,3 qîmet bû û di asta 120.000 puanî de ma.
Analîstan daxuyand ji ber ku bihayê dolar di bin 3,75an de ma û tesîra pozîtîf a borsayên Ewropayê jî bûn sedem ku di Borse Stenbolê de kirîn çêbibin.
Endeksa bankavaniyê niha li gor girtina berê ji sedî 1 zêdebûnê va di asta 186.550an de ye.
Ji bilî vê analîstan anîn ziman ku biryarên Bankaya Navendî ya Ewropayê û civîna çapemeniyê ya Marîo Draghiyê Serokê Bankaya Navendî ya Ewropayê wê tesîrê li ser piyasayan bike. Hat gotin ku ji hêla teknîkê va endeksa BIST 100ê heke li ser 120.000 puanê bimîne, wê zêde bibe.