Muhammet Kurşun
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
WASHINGTON
Wezareta Xezîneyê ya Emrîkayê ji ber ku piştgirî dane bernameya fuzeya balîstîk a Îranê yek jê welatiyê Çînê 3 kes û 4 rêxistin xistin lîsteya reş ku bikevin bin zextê.
Hat ragihandin ku ji ber piştgiriya Îranê Wezareta Xezîneyê biryarên nû stendine.
Ji 3 kesên ku ketin lîsteya reş 2 kes berpirsên payebilind ên parastina Îranê ne û di Endustriya Parastina Îranê de wezîfeyê digirin. Yek ji wan Morteza Farasatpour ji xeynî ku piştgirî daye fuzeya balîstîk herwiha firotina teqemeniyan ji bo rejima Beşşar Esed jî kordîne kiriye.
Yên din jî Dîrektorê koma Shahid Bakeri Rahim Ahmadi ye ku bernameya fuzeya balîstîk çêdike.
Welatiyê Çînê Ruan Runling û 3 kesên din ên têkildarî wî ku ji bo Tehranê dixebitin jî ketin lîsteya reş. Yên dikevin lîsteya reş mal û samanên wan li Emrîkayê tên cemidandin.