27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
Ji ber ku penaberên kurd ên ji Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin, rewşa kurdên Îranê ket rojeva dinyayê. Li gor pisporan kurdên li Îranê ji ber ku kurd in û sunî ne pêrgî cihêtiyê tên û tên îdamkirin. Li Îranê kurd ji derfetên perwerdeyê û kar bêpar dimînin û wekî "talûkeya ewlehiya neteweyî" tên dîtin.
Piştî ku Makedonyayê biryar da ku ji xeynî penaberên ji Sûriye, Iraq û Efxanistanê penaberên ji derên din hilnade, penaberên ji Îranê li ber sînorê Yewnanistanê çalakiyê dikin û bertekê nîşanî Makedonyayê didin.
Ji penaberan Seîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Fikra ku li Îranê şer tuneye xelet e, her roj û her kêlî şer heye."
Seîd diyar kir ku li Îranê di warê dînî û siyasî da azadî tuneye û wiha xeberda: "Li Îranê li dijî mirovahiyê komkujî heye. Li Îranê şer naqede. Însanan diavêjin hepsê. Kesên ku cuda difikirin û bawer dikin lîberal û demokratan dikujin. Li Îranê heger hûn wekî hikûmetê nefikirin hûn tên kuştin. Tiştekî ku em wenda bikin tuneye, loma jî em li vir in."
Ji penaberan Mehmûd jî destnîşan kir ku rewşa li Îranê ji şer jî dijwartir e.
Mehmûd der barê protestoyê da wiha got: "Em nan û avê naxwazin. Em azadiyê dixwazin. Me nikaribû em li Îranê xeber bidin, lewra hikûmet dengê her kesî dibire."
Nûşîna ku tevlî malbata xwe li ser sînor disekine diyar kir ku Îran dewleteke ewle nîne û wiha got: "Kes nizane li Îranê çi diqewime. Lewra televizyon tiştên ku diqewimin nadin."
Serok û Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Alabamaya Başûr Prof. Dr. Nader Entessar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di salên dawîn da gelek ciwan ji ber sedemên siyasî û aboriyê terka Îranê kirin.
Her çiqas der barê nifûsa kurdên li Îranê da hejmareke fermî tunebe jî li gor texmîna li dewleta ku nifûsê wê 80 milyon e derdora 10 milyonî da kurd hene. Ji sedî 70yê kurdan sunî ne û ji hêla ziman, çand, dîrok û nasnameyê da xwe cuda dibînin. Kurdên li Îranê li dijî polîtîkayên ku nasname û çanda wan înkar dikin derdikevin. Kurdên li Îranê him ji ber ku sunî ne û him jî ji ber kurdbûna xwe pêrgî tedayiyê tên.
Li Îranê li ciyên ku kurd dijîn tundî û tedayî heye û herî zêde kurd di hepsê da ne û malbatên ku kes jê nehatibin îdamkirin tunene.
Dîrektorê Navenda Dokumantasyona Mafên Mirovan a Îranê Rod Sanjabî diyar kir ku herêma kurdan derfet kêm in û tundiya siyasî heye.
Îran meseleya kurdbûnê qebûl nake û wekî talûkeya ewlehiya neteweyî tên dîtin. Di sala 1980an da di navbera dewleta Îranê û kurdan da li Viyanayê pêvajoya mizakereyê ya çareserkirina meseleyê dest pê kir. Lê di dawiya mizakereyan da mizakerevanê Îranê li ser maseyê nûnerê kurdan Evdirehman Qasimlo qetil kir û pêvajo qediya.