Nihat Kavşut
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ANKARA
Endeksa Bihayên Serfkaran (TUFE) meha kanûnê li gor mehê ji sedî 0,69 û Endeksa Bihayê Hilberîneran ya Nav Welêt (YÎ-UFE) ji sedî 1,37 zêde bû. Bihayê serfkaran ya enflasyona salane bû ji sedî 11,92 û bihayê hilberîneran ya nav welêt jî bû ji sedî 15,47.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TÛÎK) meha kanûnê li gor 12 mehan bihayê serfkaran ji sedî 11,14 û bihayê hilberîneran ya nav welêt ji sedî 15,82 zêde bû.
Li gor mehê jî TUFE ji sedî 0,69 û YÎ-UFE ji sedî 1,37 zêde bû.
TUFE meha kanûnê li gor heman meha sala par ji sedî 11,92 û YÎ-UFE ji sedî 15,47 zêde bû.
- Zêdebûna herî mezin di gihandinê da ye
Di TUFEyê da kanûna 2017an li gor salê zêdebûna herî mezin ji sedî 18,24 di gihandinê da çêbû.
Meha kanûnê li gor mehê herî zêde bi ji sedî 1,69 gihandin derket pêş û kêmbûn jî herî zêde ji sedî 2,39 cil û berg û pêlavan da çêbû.
YÎ-UFE di kanûna 2017an da li gor meha berê di sektora maden û ocaxên kevir da ji sedî 1,9, di sektora îmalata pîşesaziyê da ji sedî 1,34, di sektora ceyran û xazê da ji sedî 1,67 û di sektora avê da ji sedî 0,27 zêde bû.
Li Tirkiyeyê meha kanûnê li gor salê herî zêde bihayên ji sedî 13,59 li Wan, Mûş, Bedlîs û Hekariyê çêbû.
Sala par jî di heman mehê da ji sedî 13,59 li Wan, Mûş, Bedlîs û Hekariyê zêde bûbû. Peyra ji sedî 13,18 Konya, û Karaman dihatin. Bihayên herî kêm jî ji sedî 11,10 li Enqereyê çêbû û peyra ji sedî 11,20 Kastamonu, Çankiri û Sînop dihatin.
- Hêvî
Ekonomîstên beşdarî Anketa Hêviyên Enflasyonê ya Fînansê ya AAyê bûn di meha kanûnê da ji sedî 0,51 texmîn kiribûn. Pêşbîniya ekonomîstan ya ji bona enflasyona salane ji sedî 11,73 bû.