2016 ж. 03 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 04 қазан
ANKARA
Endeksa Bihayê bikarberan di meha îlonê de ji sedî 0,18, Endeksa Bihayê Hîlberînerên Navxweyî jî ji sedî 0,29 zêde bû. Bihayê bikarberan a enflasyona salane ji bû sedî 7,28, bihayê bikarberan a hîlberînerên navxweyî jî ji bû sedî 1,78.
Di meha îlonê de di warê bihayê bikarberan de ji sedî 23,72an ve herî zêde bihayê xiyaran zêde bû, ji sedî 21,36an ve jî herî kêm bihayê masiyan bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê piştî bihayê hiyaran ji sedî 14,69an ve bindeq, ji sedî 11, 67an ve jî bihayê pêşdibistanê tê.
Tiştên ku di meha îlonê de bihayê wan pir zêde bûne û rêjeya wan ev in;
Ji sedî 10,28an ve kundir, ji sedî 8,78an ve balîcanê reş, ji sedî 7,41an ve nok, ji sedî 6,81an ve LPG (tup) ji sedî 6,77an ve motorîn, ji sedî 6,46an ve bihayê wesayîta xwendekaran dibin û tînin, ji sedî 6,19an ve faykê werzişê ya mêran (sweatshirt) û ji sedî 6,06an ve benzîn.
- Herî zêde bihayê masiyan kêm bû
Di meha îlonê de herî zêde ji sedî 21,36an ve bihayê masiyan kêm bû. Ji sedî 20,47an ve lêmon, ji sedî 15,38an ve turên gerê yên di nav welat de, ji sedî 10,55an ve sêv, ji sedî 8,75an ve tirî, ji sedî 7,78an ve goştê mirîşkan ji sedî 7,14an ve tîşortê mêran, ji sedî 7,08an ve jî bihayê çûyîna umreyê kêm bû.