Mertkan Oruç
03 Îlon 2024•Rojanekirin: 03 Îlon 2024
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di tebaxê da mehane ji sedî 2,47, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî jî (YÎ-UFE) ji sedî 1,68 zêde bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 51,97, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 35,75.
Di asta mehane da TUFE ji sedî 2,47 û YÎ-UFE jî ji sedî 1,68 zêde bû.
TUFE di meha tebaxê da li gor meha çileya pêşîn a par bû ji sedî 31,94, li gor heman mehê ya par jî bû ji sedî 51,97. YÎ-UFE jî li gor çileya pêşîn a 2023yan bû ji sedî 23,86, li gor meha tebaxê ya par jî bû ji sedî 35,75.
Bi vî awayî TUFE ji Tebaxa 2023yan, YÎ-UFE jî ji Gulana 2021ê vir va wek rêjeya herî kêm hatin qeydkirin. TUFE di Tebaxa 2023yan da wek ji sedî 58,94, YÎ-UFE jî di Gulana 2021, da wek ji sedî 38,33 hatibûn hesabkirin.