Elif Irmak
11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 12 Mijdar 2020
Fistiqê Entabê di 10 mehên salê da Almanya, Îtalya, Hollanda, Ukrayna, Portekîz û Kuba jî di nav da îxracî 94 welatan hat kirin.
Fistiqên Entabê yên ku hilberîner di demên dawîn da ji ber dahata aborî gelekî eleqeyê nîşan dide di serî da Riha û Gazîentab li 22 bajarên Tirkiyeyê tê hilberîn. Fistiqê Entabê ku peqleweyan bigir heta şirînahiyan, ji çerezan heta xwarinan di her qadê da tê bikaranîn li dervayî welêt jî rastî eleqeyeke mezin tê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîneyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) bi dest xist di sala 2019an da bihayê 130 milyon û 439 hezar dolarî fistiqê Entabê hat îxrackirin. Di 10 mehên 2020î da jî ji îxracatê 90 milyon û 471 hezar dolar dahat hat bidestxistin.
Di 10 mehên salê da Amerîka, Îngiltere, Awistralya, Giravên Maldîvê, Îrlanda, Japonya jî di nav da ji bo 94 welatan 7 hezar û 864 ton fistiqê Entabê hat îxrackirin.
Di îxracata fistiqê Entabê da bi 1525 tonî va di rêza ewil da Almanya cî digire. Piştî vî welatî bi 1423 tonî Komara Gel a Çîn û 798 tonî va Îtalya tê.
- "Di dawiya salê da dê zêdetir be"
Serokê Meclisa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê da hemû dinyayê demekê deriyên xwe girt digel vê reqamên îxracatê bilind in.
Kizildemir behs kir ku di hilberîna fistiqan da ber û bereket salekê zêde sala din kêm e û wiha axivî:
"Bilindbûna îxracata fistiqê hem ji bo hilberîneran hem jî ji bo Tirkiyeyê kêfxweşî ye. Îsal rekolteya me ya fistiqê gelekî baş e, demek kurt berî niha hilberîn hat temamkirin. Hê îxracata fistiqên berhemên îsal dest pê nekiriye. Bi destpêkirina îxracata mehsûlên îsal va ev reqam dê dawiya salê zêdetir bibe. Di fistiqê da diyarkirina bihayê jêr jî ji bo hilberîneran gelekî girîng e, di vê mijarê da teşebûsên me jî hene."
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê (ŞUTSO) Halîl Petek bi bîr xist ku qismekî mezin a hilberîna fistiqê Entabê yê li Tirkiyeyê li Rihayê tê kirin, par Tirkiyeyê fistiq îxracê 93 welatan kir.
Peltek got îsal rekolteya fistiqê zêde bû û got ku "Îsal sala fistiqê ye. Rekolte ji sedî 50 zêdetir bû, di 10 mehên par da bihayê 111 milyon dilarî îxracata me çêbû ber bi dawiya salê va em li benda bi qasî bihayê 150 milyon dolarî îxracatê ne."