Abdullah Tel
10 Mijdar 2020•Rojanekirin: 10 Mijdar 2020
Rêjeya bêkariyê ya li Tirkiyeyê di tebaxê da li gor heman meha par ji sedî 0,8 pûan kêm bû û daket ji sedî 13,2an. Di wê heyama qal tê kirin da hejmara bêkaran 456 hezar kêm bû û 4 milyon û 194 hezar kes wek bêkar hatin qeydkirin.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê îstatîstikên hêza kar a meha tebaxê eşkere kir.
Li gor vê li seranserê Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên emrê wan ji 15 û wêdatir e di tebaxê da li gor heman meha par 456 hezar kes kêm bû û hejmara bêkaran daket 4 milyon û 196 hezarî bêkarî jî di heman heyamê da ji sedî 0,8 pûan kêm bû û daket ji sedî 13,2an.
Rêjeya bêkariya derveyî çandiniyê jî pûanek kêm bû û daket ji sedî 15,7an.