Haydar Şahin
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku her diçe xwe di bazirganiyê da pêş dixe di 7 mehên ewil ên salê da bi 5 milyar dolarî îxracat hat kirin, bazara sereke ya herêmê jî Iraq e.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Welêt (GAÎB) berhev kirin, ligel hin bûyerên neyînî yên li herêmê qewimîn îxracatkarên li Başûrê Rojhilat pêşketina xwe didomînin.
Par di navbera rêbendan û tîrmehê da karsazên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi 4 milyar û 783 milyon û 814 hezar dolarî îxracat kirin, îsal di heman heyamê da performansa xwe ji sedî 5,9 zêde kirin û bi 5 milyar û 64 milyon û 385 hezar dolarî îxracat kirin.
Li herêmê herî zêde xalîçe hatin îxrackirin û bihayê wan 922 milyon û 405 hezar û 961 dolar girt.
Wekî salên berê dîsa Iraq bû bazara sereke ya îxracatkarên Başûrê Rojhilat, karsazan di 7 mehên çûyî da bi milyarek û 322 milyon û 21 hezar û 856 dolarî amûr îxracî Iraqê kirin. Rêjeya îxracata ji herêmê tê kirin a Iraqê ji sedî 26,1 e.