Haydar Şahin
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 09 Tebax 2019
Li Agiriyê beriya Eyda Qurbanê "Bozo"yê ton û nîvek tê yê bi 23 hezarî tê firotin ji welatiyan eleqeyeke mezin dît.
Çend roj man ji bo Eyda Qurbanê ji Agiriya ji navendên heywandariya Tirkiyeyê sewqiyata heywanan dewam dike. Welatiyên li bajêr dixwazin ji bo qurbanê heywanan bikirin jî berê xwe didin meydana heywanan.

Welatiyên berdestê sibê ji bajarên dorberê, navçe û zozanan hatin ku ji bo qurbanê heywanan bikirin berê xwe adn bazara heywanan û bi heywandaran ra ketin bazariyê.
Congeyên sîmental ên ku heywanaran bi kedeke mezin li zozan û tewleyan xwedî kirin û anîn vê rojê ji welatiyan eleqeyê dibînin. "Bozo"yê congeyê sîmental ê ton û nîvek tê ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.

Erhan Aslanê xwediyê "Bozo" daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku conge ji Konuktepeya gundê li ser navendê anî meydanê.
Aslan got ji bo congeyê xwe yê ku di tewleyê da bi yêm xweyî kir li benda mişteriyan e û wiha pê da çû: "Ji ber ku Bozo congeyê herî mezin û giran ê bazarê ye welatî tên ku pê ra wêneya xwe bikişînin. Yên ku diecibînin zêde ne lêbelê kiryar tunin. Bozo 2 salî ye bêdeng e. Ez ji bo wî 23 hezarî dixwazim."