Hemn Baban
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyekî ve bi şerê DEAŞê, qeyrana aborî, ketina Kerkûk û deverên din ên binîqaş ve mijûl e lê ji aliyekî din ve jî pêngaveke mezin di warê tenduristiyê de diavêje û amadehiya îxrackirina 140 curên derman bo dinyayê dike.
Awamedica li Herêma Kurdistanê çîroka berhemanîna derman e ku ji aliyê bav û keçekê ve bi 150 karmendan ve tê birêvebirin. Di vê xebatê de 140 cur derman tên çêkirin û hazirina 80 cureyên din jî didome.
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê li kêleka Nexweşxaneya Rizgariyê ku saziya herî mezin a xizmetguzeriya tenduristiyê ye li herêmê, kargeh û şirketên navneteweyî ji bo duristkirin û berhemanîna dermanan balê dikişînin. Bavek û keça xwe di damezrandina van projeyan de rola serekî lîstine û ji sala 2009an vir ve bi vî karî re rabûne û niha jimara karmendan derxistine 150î.
Bav û keça muteşebbis dixwazin bi vî karî ji Herêma Kurdistanê dermanan bişînin wî aliyê dinyayê û vî karî berfirehtir bikin. Ji 150 karmendên ku di kargehê de dixebitin ji sedî 15ê wan biyanî ne.
Awamedica navê wê şirketê ye ku di sala 2009an de ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hatiye vekirin. Kanûna Duyemîn a 2010an jî berhema vê şirketê ketiye dermanxaneyan. Ji wê tarîxê û ber bi vir ve bi dehan girêbest û îhaleyên dabînkirina dermanan hatine kirin. Digel şirketên dinyayê yên herî mezin peymanên ji bo çareseriya nexweşiya şêrpenceyê jî hatine girêdan.
Ciwan Behram Resûl keça xwediyê şirketê û rêvebera bazarkirina berhemên vê kargehê ye. Bavê wê Prof. Dr. Behram pisporê tibbî ye û şarezayiya wî ya bi dehan salan di warê tenduristiyê de heye. Bi dermanekî ji niqutê pêk tê çareserî bo nexweşiya Gilûkoma ku curekî nexweşiya çavan e dîtiye. Mamosteyê Zanîngeha Upsala bûye li Swêdê. Lê sala 2004an ji bo damezrandina vê şirketê vegeriyaye Herêma Kurdistanê.
Ciwan Behram Resûl der barê kar û xebatên xwe de bo peyamnêrê AAyê axivî û got ew halê hazir 140 cur dermanî çêdikin û haziriyê dikin ku sala 2018an 80 curên din bixin bazarê. Plan û amadehiya berhemên nû jî berdewam e.
Li ser curên dermanên ku berhem tînin Ciwan Resûl wiha agahî da:
"Ew dermanên ku em îro çêdikin tablet (heb), kapsûl, şirûb, melhem, krem û çeşîdên din in. Di pêşerojê de ku wek 2018 hatiye diyarkirin emê demleya çavan, bêvilan û guhan çêkin. Herwiha eme derziyan jî çêkin."
Ciwan Resûlê got ji bo piraniya nexweşiyan dermanan çêdikin û wiha dewam kir:
"Bo nimûne ji bo nexweşiyên dirêj dikêşin ên wek şekir, zexta qelb jî em dermanan çêdikin. Ev cure derman gelekî muhîm in û xelk gelekî bi kar tîne. Şirûba zarokan, hebên kêmkirina şewatê û dermanên zêde tên emilandin li cem me hene."
Ji bo kapasîteya berhemanînê û hinardinê jî got:
"Bi van îmkan û bandên hilberînê ku niha hene em salane 150 milyon pakêtî hildiberînin. Bi zêdekirina mekanîzmayên nû jî emê bikaribin 110 milyonên pakêtên din lê zêde bikin. Yanî di 2018an de emê bikaribin 260 milyon pakêt dermanî berhem bînin."
Li ser girêbestan (peyman) jî diyar kir ku ji ber şerê DEAŞê, wan şirketên mezin ên cîhanî ku Sanofî jî di nav de ye karên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê sekinandin lê belê peyman hê jî likar in û eger rewş baş bibe dê xebata xwe bidomînin.
Der barê kalîte û başbûna dermanan de jî rêvebera şirketê wiha nirxandin kir:
"Ji aliyê kalîteyê ve tu kêmasiya berhemên me tuneye. Me bo welatên din jî îxrac kiriye. Armanca me ne tenê ew e ku bo Kurdisan û Iraqê çêkin. Em dixwazin bo derve jî îxrac bikin. Em gihîştine qonaxeke baş halê hazır. Em niha bi rêya şirketên Swêdî derman bo Efrîqayê dişînin. Peymana me bi şirketeke Danîmarkayê heye. Digel ya Urdinê jî me peymanek çêkiriye û emê bişînin Efxanistanê jî."
Ciwan Resûlê got hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde danûstendinê nake digel wan feqet hikûmeta Iraqê miqdarekî zêde derman ji wan dikire û ew dibêje gelekî ji bazara digel Bexdayê razî ne. Resûlê got ew salane 50 milyon pakêt dermanî didin hikûmeta Iraqê.