AGRI - FATMA GUVEN
Ji ber ku rêbeja serê Çiyayê Agiriyê tuneye, eşyayên turîstan bi hêstiran têne kişandin.
Li Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metroyan bilind e hêstirvan ji bo kişandina eşyayên turîstan li bilindahiya 2 hezar û 200 metroyî li benda turîstan disekinin. Hêstirvan, ji bo xîzmeta 4 rojan serê hêstirekê 170 lîreyî distînin.
Suleyman Ateş ku 15 sal in karê kişandina eşyayên turîstan dike ji AAyê daxuyand ku roj bi roj hejmara turîstan zêde dibe û ew jî bi vî karî debara xwe dikin û wiha dewam kir: "Em barên turîstan li hesp û hêstiran bar dikin û dikevin rê. Em pêşî li bilindahiya 3 hezar û 200 metroyî li kampê disekinin û eşyayan teslîmî turîstan dikin. Em şevekê li kampe dimînin, pişt re ji bo kampa li 4 hezar û 200 metroyî careke din dikevine rê. Em şevekê jî li wê kampê dimînin. Em roja sisyan dadikevin kampa 3 hezar û 200 metroyî. Roja çaran daketin diqede."
Ateş bi van gotinan destnîşan kir ku hejmara turîstan zêde bûye: "Ez, bi salan e ez karê kişandina barê turîstan dikim. Berê turîst zêde nedihatin vir, lê piştî pêvajoya çareseriyê hejmara turîstan 2 kat zêde bû. Lewra berê mirov ji ber bûyerên terorî ditîrsiyan ku werin vir lê niha bi dilekî rihet tên."
Ateş, da zanîn ku berî pêvajoya çareseriyê turîst piranî ji bajarên wek Îstanbul û Ankara dihatin lê niha ji Emerîka, Rusya û Polonyayê jî tên û wîsa pê de çû: "Çiqas turîst zêde werin vir em ê jî ew qasî zêde pereyan qezenc dikin. Em li vê derê 16 kes, bi 15 hêstir û hespan dixebitin. Em serê hêstirekê 170 lîreyî distînin. Em bi vî karî xwe xwedî dikin. Rojê 70-80 kes tê vir û em eşyayên wan dikşînin. Ji ber ku niha Remezan e, em gelekî diwestin."