Zeynep Beyza Kılıç
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Şirketa Anonîm a Bi Xetên Boriyê Birina Neftê (BOTAŞ) ragihand ku ji meha sibatê pê va bihayê firotina xaza bo ceyranê ji sedî 16,67 û ya ji bo saziyên pîşesaziyê jî di navbera sedî 13,30 û 17,22an da wê bê daxistin.
BOTAŞê ji ser malpera xwe ya înternetê tabloya terîfeya meha sibatê weşand.
Di meha sibatê da bihayê xaza siruştî ji bo malan wek xwe ma û terîfeya aboneyên ku xaza siruştî di qada pîşesaziyê û hilberîna ceyranê da bi kar tînin jî hat erzankirin.
Di meha sibatê da bihayê firotina xaza ji bo ceyranê ji sedî 16,67 û ya ji bo saziyên pîşesaziyê jî di navbera sedî 13,30 û 17,22an da wê bê daxistin.
Bihayê terîfeya xaza siruştî mehane tê hesabkirin.