Abdullah Tel
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
PARÎS
Lepmeyên bi hereket ên Birca Eyfelê ya ku yek ji sembolên Fransayê ye ji ber kontrol û temîrkirinê wê heta 10ê Cotmehê girtî bin
Hat ragihandin lempeyên bi hereket ên li ser Birca Eyfelê ku şewqa wan ji 80 kîlometreyî tê dîtin ji ber guherandina ampul, xebatên kotrol û nûkirinê wê heta 10ê Cotmehê neyên şixulandin.
Şirketa Karsazî ya Birca Eyfelê daxuyanî da û ragihand ku pergala roniyê ya ji sala 2000î vir va esmanê Parîsê dibiriqîne ji ber ku temîrkirin hewce dike wê bên girtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku pergala ronîkirinê ya bircê di 31ê Kanûna Pêşîn a 1999an da ji bo serê sala 2000î hatibû amadekirin ji wê rojê vir va tê şixulandin û cara ewil e ku wê bê temîrkirin.
Pergala ronîkirinê ji 4 projektorên motorîze yên bi tîpa behrê ne pêk tê û şewqa bi du milî heta 80 kîlometreyî tê dîtin.
Ji ber êrişên terorî yên demên dawîn qewimîn pergala ronîkirinê ya Birca Eyfelê bi armanca peyamên piştgiriyê bidin aliyên rastî êrişê hatine jî hatin emilandin.
Ji bo salvegera 100emîn a Şoreşa Fransayê di sala 1889an da Birca Eyfelê ji hêla Gustave Eiffel va bo 20 salî hat çêkirin lê birc ji wê demê heta niha hat parastin û di salên 1980î da jî wek birca radyo, telefon û bêtêlan hat emilandin. Niha jî tê da cafe û restorant jî hene û salê 7 milyon kes wek turîst tên û bircê dibînin.