Midûriya Giştî ya Çapxaneya Derbxane û Mohrê îsal di nav deh mehan de 31,7 ton zêr çêkir, lê rêjeya zêrçêkirinê li gor deh mehên par ji sedî 58 ket.
Li gor daneyên ku nûçegihanê AAyê ji Midûriya Giştî ya Çapxaneya Derbxane û Mohrê berhev kir, di nav deh mehan de ji 31,7 ton zêrî 11 milyon û 52 hezar û 142 zêrên komarê hat çêkirin. Ji van zêran 8 milyon û 244 hezar û 475 heb çaryek, milyonek 162 hezar nîvzêr, milyonek 505 hezar û 975 heb zêrên mezin, 129 hezar û 16 heb dunîvzêr, 9 hezar û 724 heb jî pênczêr in.