Li Kobanê ev çend meh in ku pevçûnên di navbera hin komên kurdan û DÎŞIya rexistina terorê de berdewam dikin. Tekane firûna nan a ku dixebite di xizmeta komên kurdan ên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin de ye.
Navçe ji ber pevçûnan hema bêje bû wek kavlê. Hin firûnên nan ji ber pevçûnan xira bûn hin ji wan jî ji ber ku gelê sivîl koç kir hatin girtin. Li navçeyê firûnek tenê niha dixebite.
Li firûnê rojane di navbera ton û nîv û 2 tonan de hevîr tê vestrandin û nanê ku tê pehtin bê pere belavî komên kurdan ên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin, dikin.
Ji niştecihên Kobanê û yek ji xebatkarên firûnê Mistefa es-Sûrî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtanên DÎŞIyê ji serî heta niha firûnên ku dixebitin xistin hedefên xwe. Sûrî got ku Digel bombebaranên eletexmînî û zêde em vir dixebitin. Em ji bo kesên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin nan dipêjin û bi vî awayî piştgiriyê didin wan."
Piştî ku milîtanên DÎŞIyê navçe dorpêç kirin, gelê herêmê xwe sipartibû Tirkiyeyê û li navçeyê jiyana sivîl û aborî nemabû. Li navçeyê pevçûn tenê hene.
Li Kobanê pevçûn hinek kêm bûn. Tê dîtin ku rêxistina terorê ya ku ji aliyên rojhilat, rojava, başûr û bakur navçe dorpêç kiribû di van rojên dawîn de di pozîsyona xweparastinê de ne û ji hin taxan paş ve vekişiyan.
Hê jî pêşmerge, hin komên kurdan û Şoreşgerên Muxalif ên Reqayê yên ku AAS piştgiriyê dide wan li herêmên cuda li dijî DÎŞIyê şer dikin. Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî li Kobanê ji hewayê kozikên DÎŞIyê bombebaran dike.