01 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ŞIRNAK
Walîtiya Şirnexê ragihand ku wê sibê di navbera saet 05.00 û 19.30yan da li Cizîrê qedexeya derketina derva wê were rakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da wiha hat gotin: "Li Cizîrê qedexeya derketina derva ya ku ji bo qefaltina endamên rêxistina terorê, rakirina barîkat, girtina çalan û îmhekirina teqemeniyan hatibû îlankirin, wê ji sibê pê va her roj di navbera saet 05.00 û 19.30yan da were rakirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku wê qedexeya derketina derva ji xeynî vê dewam bike û wiha hat gotin:
"Li Silopiyê jî qedexeya derketina derva di saet 18.00an da bû û ev jî wek 19.30an hatiye guherandin."