Elif Irmak
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Li Sasona navenda hilberîna tûfiringiyan a Başûrê Rojhilat cotkaran berhemên ku çinîn derxistin firotinê.
Îsmaîl Baranê li mezraya Bînoniyê ya gundê Kelhasanê dijî got ku îsal ji ber ku hewa hênik bû tûfiringî dereng gihan.
Baran ragihand ku berê titûn diçandin û got ku "Me ji titûnê salê 10 hezar lire qezenc dikir niha em ji donimekê tûfiringiyan 10 hezar lire qezenc dikin."
Ji gundê Koprubaşiyê Aysun Şahînê jî got ku "Li gundê me hema bêje hemû malbat debara xwe bi tûrifringiyan dikin."