Li Batmanê ji ber taybetiyên ax û erdê çandiniya dexl û danan kêm e, lê li Sasonê bi çandina çîlekan ve qedera gelê navçeyê guherî.
Malbatên ji Batmanê heta çend sel berê jî ji ber ku kar û xebat tunebû, wek xebatkarên demsalî diçûn herêmên din, lê bi hewldanên Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, di çarçoveya Projeya Pêşveçûnê ya Diyarbekir-Batman û Sêrtê de çandiniya çîlekan dest pê kir.
Cara ewil 4 sal berê di bexçeyên mînak de çîlek hatin çandin. Lê îsal li navçeyê 350 malbat 4 hezar ton çîlek derdixin. Piştî ku di projeyê de hejmara hîbeyê derxin ji sedî 70an dê heta dawiya salê hejmara malbatan derkeve hezarî.
- "Çandina çîlekan rê li ber koçê girt"
Qaymeqam Cîhat Arik diyar kir her ku diçe çandina çîlekan zêde dibe û destnîşan kir ku 350 malbat bi çandiniya çîlekan re eleqedar dibin.
Arik destnîşan kir ku di projeyê de hejmara hîbeyê ji sedî 50 bû û ev hejmar derketiye ji sedî 70an û got ku piştî vê daxwazên ji bo çandina çîlekan zêde bûn.
- "Navê 'Çîlekli'yê dan dibistanê"
Ji ber ku çandina çîlekan bi kêrî welatiyan hat, navê vê mêweyê dan dibistanê.
Li ser daxwazan navê dibistana seretayî û ya navîn a Karameşeyê wek "Çîleklî" hat guherandin. Heta welatî dixwazin navê taxekê jî wek "Çîleklî" biguherînin.
- 100 kesî ji vê feyde dît
Kordînatorê projeyê Murat Akbaş destnîşan kir ku Projeya Pêşveçûnê ya Diyarbekir-Batman û Sêrtê bi hewldanên Mehdî Eker dest pê kir û got ku bi vê projeyê li 3 bajaran 35 milyon lîre veberhênan hat kirin.
Akbaş destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de 50 hezar kesî rasterast, 100 hezar kesî jî nerasterast ji projeyê feyde dîtin û wiha got: "4 sal berê me bexçeyekî mînak ajot. Navçeya Sasonê bû warê çîlekan. Wezîrê me Eker ji nêz ve projeyê dişopîne."