Jinên li Andirina navçeya Kahramanmaraşê dijîn, pelên defneyê berhev dikin û debara mala xwe wisa dikin.
Hin jin van pelên ku ji daristanê berhev dikin difroşin û alîkariya mêrên xwe dikin da ku aboriya wan baştir be, hinek ji xwe re cihêz dikirin û hinek jî xerclixa dibistanên xwe qezenc dikin.
Fatma Gokçelî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku havînê ew diçin herêmên cuda û wek karkerên demsalî dixebitin.
Gokçelî wiha axivî: "Erdê gundê me hinek hevraz e, ji ber vê em nikarin çandiniyê bikin. Em an heywanan xwedî dikin an diçin herêmên cuda wek karkerên demsalî dixebitin. Lê gelek caran em pelên defneyê berhev dikin û ji bo aboriya xwe alîkariya malbatên xwe dikin."
Raziye Gokçelî jî daxuyand ku ji bilî jinan qîzên xama û xwendekar jî pelên defneyê berhev dikin û wiha axivî: "Qîzên me cihêzên xwe bi van pereyan ve dikirin. Xwendekarên me bi vî pereyî xerclixa xwe ya dibistanê derdixin."