18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê dikanên esnafên ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê zirar dîtin û mexdûr bûn tên tezekirin.
Li navçeyê esnafên ku zirareke mezin dîtin û mexdûr bûn, piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê bi alîkariya dewletê zirar û ziyana xwe çareser dikin.
Dikanên esnafan di çarçoveya "Projeya Çêkirina Kuçeyan" da tên modernîzekirin û çêkirin.
Di xebatên temîrata avahiyan da balê didin ser hûrgiliyên dîrokî yên siyax, boyax, xepengên otomatîk, ronahî, sîber û sivirnêgan û qasî 50 hezar lireyî xerc dikin.
Tê texmînkirin ku "Projeya Saxlemkirina Kuçeyê" ya ku li kolana Xaziyê pêk tînin ew ê di nav 6 mehan da bê temamkirin.
- "Ev derê zehf xweş be"
Mahmut Modanliogluyê ku 50 sal e li Sûrê esnafiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber êrîşên terorê dikana wî 6 mehan girtî maye û ji bo vê jî mexdûr bûye.
Modanlioglu der heqê nûkirina dikanan da wiha axivî: "Em gelekî memnûn in. Ji bo her dikanekê di navbera 40 û 50 milyarî mesref tê kirin. Dikanên me wê xweşiktir bibin. Înşellah careke din ev bûyer naqewimin. Li Diyarbekirê navçeya herî ewledar Sûrîçî ye. Ev derê wê gelekî baştir û xweştir bibe."
Şehmus Fîdanci jî got ku li Sûrê êdî aramî heye û tu problema ewlehiyê nemaye.
Fidancî wiha peyivî: "Ev arîkariya dewletê ji bo me bû moraleke mezin. Bi saya van xebatan ev der wê wekî Kolana Îstiqlalê ya Stenbolê xweş û delal bibe."