Haydar Şahin
24 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
DIYARBAKIR
Armanca qursa xwedîkirina nexweş, kal û pîran a ku li Navenda Piştgiriya Malbatê ya di bin banê Qaymeqamtiya Baxlara navçeya Diyarbekirê da tê dayîn ew e ku jinan perwerde bikin û wan îstixdam bikin.
Navendên Piştgiriya Malbatê ji bo ku jinên hewcedar ji malê wan derxin, îstixdam bikin û tevlî civakê bikin xebatan dimeşîne.
Li navendan ji bo jinana gelek qursên cuda hatin vekirin, îmkanan didin jinan ku bibin xwedî meslek.

Li Navenda Piştgiriya Malbatê ya di bin banê Qaymeqamtiya Baxlara navçeya Diyarbekirê da ji bo îstixdamê perwerdeya xwedîkirina nexweş, kal û pîran didin jinan.
Jinên ku li navendê perwerdeyê dibînin dikarin bi sertîfîkayên ku distînin va ji xwe ra bixebitin.
Hin jin bi zarokên xwe ra tên qursê. Jin li qursê di mijara xwedîkirina nexweş, kal û pîran da agahiyên berfireh hildidin.
- Ez naxwazin ji tu kesî ra bibim barê giran"
Songul Kaçmaza qursiyer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beşa bernamegeriya kompîterê xilas kir lêbelê ji xwe ra karek nedît, ji ber ku îmkana îstixdamê dide jî biryar da ku beşdarî vê qursê bibe.
Nursel Atana kevaniya malê jî got ku 2 zarokên wê hene, ji bo ku debara mala xwe bike dibê bixebite.
Atanê diyar kir ku nikare ji xwe ra kar bibîne, serî li malên xwedîkirinê dixe lêbelê ji ber ku sertîfîkaya wê serîlêdana wê nayê qebûlkirin û wiha pê da çû: "Ez dixwazim bixebitim û zarokên xwe xwedî bikim. Ez naxwazin ji tu kesî ra bibim barê giran. Ji kesên ku qurs vekirin ra sipas dikim. Ez zehf kêfxweş im. Înşaellaha ez ê jî bibim xwedîkar."