Nihat Kavşut
23 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
ANKARA
Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya bêkarî û bêkaran ya 2017an eşkere kir.
Li gor agahiyan li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di sala 2017an da li gor sala 2016an neguherî û bû ji sedî 10,9.
Di sala 2017an da hejmara bêkaran jî 124 hezar zêde bû û derket 3 milyon û 454 hezarî.
Di sala 2016an da rêjeya bêkariyê wek ji sedî 10,9 û hejmara bêkaran jî wek 3 milyon û 330 hezar hatibû eşkerekirin.