Türkan Tosun
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2020
Mî û beranên cisnê wan sor û qer in ji bo tov îxracî Azerbeycanê dikin.
Ji bo cisnê wan zêde bibe bi hevkariya Tirkiye û Azerbaycanê jê 25 beran û 578 jî mihên li Çêwlika Kazim Karabekirê ya Îdîrê tên xwedîkirin îxracê Azerbeycanê kirin.
Armanc ew e ku ewil 6 hezar û paşê jî 20 hezar mî û beran bên îxrackirin.
- Li Azerbeycanê ev cisn pez tune"
Midûrê Giştî ya Şirketa Anonîm ya Çêwlika Hilberîna Tovê Heywanan a Îlyasogluyê Çetîn Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra got ew van heywanan îxrac dikin û wiha axivî: "Me îro qisma ewil şand, înşallah wê dewam bike. Li Azerbeycanê ev cisn pez tune. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê vir va heta îro cara ewil e cisnê pezê sor em dişînin Azerbeycanê. Av û hewaya Tirkiye û Azerbeycanê dişibe hev ji ber vê ev cisn dikare li wir bê xwedîkirin. Ew li hemberî germê, sermayê û tîbûnê dikarin li ber xwe bidin. Em wek gel dawa pez hez dikin ku dawa wan pir bibez e, ev ji bo me derfetek e."
- "Dewletê jî piştgiriyeke mezin da me"
Serokê Lijneya Rêvebiriya Şirketê Goksal Îlyasoglu jî got ev pez li gor şert û mercên Tirkiye û Azerbeycanê cisnekî baş e û wiha dewam kir: "Me pêşniyazê Azerbeycanê kir, wan jî qebûl kir. Dewletê jî piştgiriyeke mezin da me. Me ji çêwlika herî mezin a dewletê TÎGEMê mîh û beranên herî baş bijartin û me şand Azerbeycanê."