Li Şanliurfayê gelek kesên ku xwedî pez û dewaran in her çiqas pere zêde bidin jî nikarin şivanan bibînin.
Şivantî wek pîşeya pêxemberan dihat zanîn û berê gelek kesan dixwest ku bibin şivan. Lê niha ev kar zêde nayê tercîhkirin.
Li Şanliurfayê qasî 2 milyonan pez heye. Xwediyê wan ji ber ku nikarin şivanan peyda bikin, bi xwe pezên xwe diçêrînin û şivantiyê dikin.
Alî Koçarê (72) pez xwedî dike ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew 3 hezaran mehane jî didin şivanan, lê dîsa jî nikarin şivanan peyda bikin.
Koçar wiha axivî: "Hin kes bi xwe şivantiyê dikin an jî heywanên xwe difroşin. 400 pezê min heye û ez mehê 3 hezaran didim şivîn. Yanî em salê hema hema nîvê qezenca xwe didin şivanan û nîvî jî didin êm."
- "Zarok nikarin herin dibistanê"
Koçar got ku 10 zarokên wî hene û ji van yek tenê çûye dibistanê û wiha dewam kir: "Ji ber ku ew şivantiyê dikin nikarin herin dibistanê. Me yek da xwendin û ew jî bû bijîjk. Min dixwest hemû bixwînin, lê ji ber vê me ew neşandin dibistanê."
Mehmet Bagatîmur jî got ku êdî tu kes bi şivantiyê qayîl nabe û dev ji vî karî berdide.
Bagatîmur wiha axivî: "Bav û kalên min şivantî kirine. Berê heywandarî karekî biqîmet bû, lê niha mirov dixwazin zibil berhev bikin lê nebin şivan. Min gelek pere jî da lê tu kes nexebitî. Ez heywanên xwe diçêrînim û ev jî zehmet e. Ji ber vê ez ê pezên xwe bifroşim."
Huseyîn Kiliç jî got ku şivantî biçûk tê dîtin û niha penaberên sûrî yên ku ji ber şer xwe spartine Tirkiyeyê şivantiyê dikin.