2015 ж. 18 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 20 қараша
ŞANLIURFA
Malbatên koçer ên ku zivistana xwe di konan da li merayên kirêkirî yên li Rihayê derbas dikin, mehên mayîn ên salê jî tevî keriyên xwe yên pez li zozanên rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê ji jiyana modern dûr dibihurînin.
Koçer ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji teknolojiyê heta jiyana civakî ji derfêtan mehrûm jiyana xwe di nava rêwîtî û meşeqatê da derbas dikin.
Di nava vê jiyana koçeriyê da xala ku herî zehmetiyê li malbatan dike perwerdeya zarokên wan e. Piraniya zarokên koçeran nikarin biçin dibistanan, hinek ji wan jî ji bo ku biçin dibistanê ji malbata xwe dûr dimînin û li cem eqrebayên xwe mezin dibin.
Koçerên ku debar û derbasiya xwe tenê bi heywandariyê dikin, ji bo çêrandina pêz di serdema havînê da diçin zozanan, dema ku serma vegeriya wan jî berê xwe da Rihayê ya ku bêtir germ derbas dibe. Malbatên ku tevî heywanên xwe meşeke bi meşeqat bihurandin, gihaştin herêmê û li ser merayên ku kirê kirin ji bo xwe û heywanên xwe konên reş vegirtin.
Meryem Arata 65 salî ya ku ji sala zewaca xwe û vir va jiyana xwe wekî koçerekî derbas dike di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku jiyana wî li ser rêyan li pey pêz derbas bû. Arat qala malbatên li gundê xwe kir û got ku tev bi xweyîkirina pez mijûl in û ji ber hindê jiyana koçeran pir zehmet e.
- "Cihekî ku em aîdê wir in tuneye"
Arat got ku ew hewl dide ku mêrê xwe qanî bike ku dest ji vî karî bikişînin û wiha pê da çû:
"Ev karên ku em pê ra mijûl in, ji hemû karên dinyayê cefadartir e. Tu dibêjî qey em di şer de ne. Cihekî ku em aîdê wê derê ne tuneye. Heywan timî eleqeyê dixwazin. Ji ber hindê divê hemû ferdên malbatê timî li ser kar bin. Anku zarok jî nikarin biçin mektebê, dixebitin. Deh zarokên me çêbûn. Me tenê karî em yekî bidin ber xandinê. Şikir ji Xwedê ra wî xwend û bû dixtor. Ji me û ji zarokên min bihurî, lê ez nazwazim ku neviyên min di nava şert û mercên jiyaneke evreng de bijîn. Ji ber vê qasê heger ji destê min bihata minê îro heywan bifirotana."
Mehmet Tûran (40) jî qala zehmetiyên koçeriyê kir û got ku di ser de heqê wan jî nadin û wiha gotina xwe dewam kir, "Em ji her tiştî mehrûm dijîn. Ewladên me perwerdeyê nastînin. Heger bingeheke me jî hebûya, serê me yê evqasî neêşiya."