Önder Beyter
09 Mijdar 2020•Rojanekirin: 10 Mijdar 2020
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî di roja yekemîn a şixul da bi 40,38 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent roja înê derket 40,82 dolarî û dû ra bi 39,45 dolarî roj temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 10.00an pê va ji sedî 2,36 rabû û bû 40,38 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 38,05 dolarî hat firotin.
Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê da bi ser ket û nediyariya hilbijartinê ji holê rabû û lewma jî vê yekê kir ku bihayê neftê hinekî rabe.
Piştî ku hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêdetir bûn, welatên Ewropayê tedbîr zêde kirin ku ev yek fişarê li bihayê neftê dike.