Erhan Cihan Ünal
05 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di tebaxê da mehane ji sedî 1,46, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 2,41 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 80,21, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 143,75.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha tebaxê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 54,69, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 105,39 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 1,46, YÎ-UFE ji sedî 2,41 zêde bû.
TUFE di tebaxê da li gor berfanbara par ji sedî 47,85, li gor heman meha par ji sedî 80,21 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2021ê ji sedî 74,13, li gor tebaxa par ji sedî 143,75 zêde bû.