Hülya Ömür Uylaş
05 Sibat 2024•Rojanekirin: 06 Sibat 2024
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di rêbendanê da mehane ji sedî 6,7, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 4,14 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 64,86, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 44,2.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha rêbendanê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 54,72, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 47,35 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 6,7, YÎ-UFE ji sedî 4,14 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 64,86, di bihayê hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 44,2.